Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand, artêşa Tirk a dagirker di navbera 31’ê Çileyê û 8’ê Sibatê de êrişên hewayî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî.
HPG’ê diyar kir helîkopter û balafirên şer yên dewleta Tirk gelek qadên bi ser herêmên Avaşîn, Garê, Zapê, Xakurkê, Berbizina û Lolanê bombebarankirin.
Derbarê encamên van êrişan de HPG’ê agahî parvenekir.