Zekiye Remedan: Dîtina min a ji bo Rêber Apo kêfxweşiyek mezin bû

Heta Rêber Apo ku dîl bê girtin, xelkê Rojavayê Kurdistanê bi girseyî serdana wî dikirin û beşdarî civîn û hevdîtinên wî dibûn. Zekiye Remedan yek ji wan dayîkan e ku Rêber Apo dîtiye. Dayîka Zekiye dibêje dema ku wê bihîst Rêber Apo wê li Libnanê civînê ji gel re li dar bixe, ew jî bi heyecaneke mezin çuye beşdarî wê civînê buye.

Rêber Apo dema li Sûriyê bû, bi gelek kesan re civiya û piranî xelkên Rojavayê Kurdistanê jî ew dîtibûn.

Rêber Apo bi gel re diciviya ew nas dikirin û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi wan dida naskirin.

Yek ji wan dayîkên wê demê di civîneke ku Rêber Apo bi rê ve dibir hazir bû, Zekiya Remedan e.

Zekiye salên 90’î Rêber Abdullah Ocalan dîtiye.

Zekiya diyar kir ew bi dîtina Rêber Apo ya wê demê pir kêfxweş bûye

Zekiya Remedan bi bîr xist ku bi silava despêkê ya bi Rêber Apo peyamek girt û wiha domand:

Ez bi cil û bergên xwe yên Kurdî çûm civînê, dema min silav da serokê xwe, Serokatî li min û cilê min mêze kir, wê demê min fêm kir ku dibêje cilên Kurdî biparêzin.

Ji wê rojê û heya niha ez cilên Kurdî li xwe dikim da ku zindî bikim.

Dema Rêber Apo tê girtin, dayê Zekiya bi gelek dayikan re dest bi rojiyê dikin.

Zekiye Remedan: Emê nirxê Rêber Apo biparêzin

Dayê Zekiya Remedan diyar kir ew ê her nirxê Rêber Apo biparêzin.

Back to top button