Li Siweyda xwepêşandan didomin û hikûmeta Şamê hêzên leşkerî şand herêmê

Xwepêşandanên li Siweydayê berdewam dikin û hikûmeta Şamê sewqiyetên leşkerî şand herêmê. Şevê din jî balafirên Israîlê careke din êrişî derdora Şamê kirin.Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku, xwepêşandanê li Siweydayê didomin.

Şêniyan riyên sereke ên di nava bajêr û gundan girtin û tenê rê dan ku xwendekar, mamoste û karkerên xizmetên awarte derbas bibin.

Di çalakiyê de banga hilweşandina rejîma Beşar El-Esed û pêkanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an hat kirin.

Hate diyar kir ku duh bi şev hikûmeta Şamê hêzên leşkerî şand bajêr.

Hikumeta Şamê deriyê Ebû Zêd ê li Babê topbarankir

Her wiha çavdêriyê ragihand, hêzên hikumeta Şamê deriyê Ebû Zêd ê herêma Babê yê li rojhilatê Helebê topbaran kir û di encamê de çeteyek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Deriyê Ebû Zêd di navbera herêmên hikumeta Şamê û herêmên di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ye.

Leşkerekî hikûmeta Şamê hate kuştin û 5 jî birîndar bûn

Li gorî dezgehên ragihandinê yê girêdayî hikûmeta Şamê, duh di derengiya şevê de balafirên Israîlê êrişî derdora Şamê kirin.

Hat diyarkirin ku sîstema parastina asîmanî rê li ber moşekan girtiye û çend ji wan anîne xwarê.

Hat ragihandin di encama êrişê de, leşkerekî hikumetê hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Back to top button