Ramî Ebdulrehman: Hin çeteyan ji herêmên dagirkirî êriş kirin

Der barê êrişa çeteyên DAIŞ’ê a li Hesekê Rêveberê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman got, ” çete ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk hatin û êriş kirin.

Rêveberê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê-SOHR Ramî Ebdulrehman li ser êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li Hesekê ji ANF’ê re axivî.

Ramî Ebdulrehman destpêkê diyar ku hin ji çeteyên êrişkar ji herêmên ku di bin dagirkeriya delweta Tirk e tevlî êrişê bûne û got: “Ev komên terorîst bi mehan amedekariya vê êrişê dikirin, her wiha agahdariya serçeteyê DAIŞ’ê Qureyşî ku hat kuştin jî bi vê planê hebû.”

Ebdulrehman bal kişand ser hovîtiya ku DAIŞ’ê li girtîgehê kir û diyar kir ku karmendên girtîgehê bi rengekî hovane hatin şewitandin.

Ebdulrehma behsa berpirsyariya Koalîsyona Navdewletî kir û da zanîn ku divê koalîsyon devereke taybet ji bo van girtiyên DAIŞ’î ava bike.

Ramî Ebdulrehman balkişand li ser rola dewleta Tirk di êrişê de û got:

“Dewleta Tirk li dijî hêzên QSD’ê şerê taybet ê ragihandinê birêve dibir da ku rewşek taybet biafirîne û DAIŞ jê sûd werbigirin.”

Back to top button