LEYLA GUVEN 196 ROJ IN LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊDIKOŞE

Grevên birçîbûnê yên ku li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan hatîn destpêkirin, bi biryar li dar in . Ji wan, greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven 196 roj in dewam dike. Tevî greva birçîbûnê rojiya mirinê ya 30 girtiyan jî bi israr dewam dike. Ji bo xwedîderketin û destekdayîna bi van berxwedêran re jî , ji xwediyê marketekî li Îzmîrê çalakiyek balkêş derket , em vê çalakiyê di nûçeya xwe nas bikin.

Li kurdistanê dirêjtirîn greva birçîbûnê a bi pêşnegiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku hatiye despêkirin dewam dike.

Çalakiya Guven ku 8’ê Mijdara 2018’an despêkirî di roja xwe ya 196 an de didome.

Çalakiya koma despêkê ya li girtîgehên Tirkiyê ku 16’ê Kanûna 2018’an de dest pê kiribû, di roja 158’an de ye.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ev çalakî jî 83’ê rojin li dare.

BERXWEDANA DERVE DEWAM DIKE

Her wiha Çalakiya Parlementerên (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Çalakiya Sedat Akin 136,

Gurbet Ektîren 127,

Mahsun Şen 138,

Mûrat Aksin 69,

Semra Alkan 136,

Hiznî Kilinç 82,

Û Îhsan Sinmiş 85 roj in piştî ku ji girtîgehê derketin jî çalakiya xwe li malê didomînin.

ROJIYA MIRINÊ YA 30 GIRTIYAN DIDOME

Rojiya mirinê ya 30 girtiyên li girtîgehên cuda dest pê kiriye jî didome.

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di 30’ê Nîsanê de dest pê kiribûn 23 roj in lidare.

Rojiya mirinê ya koma 2’yemîn a 15 girtiyên di 10’ê Gulanê de dest pê kir, di roja 12 an de ye.

RÊVEBERIYA GIRTÎGEHAN JI MALBATAN XWEST KU ZAROKÊN WAN DEST JI GREVÊ BERDIN

Zext û gefên li dijî çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, ji ber ku encam negirtin, rêveberiyên girtîgehan serî li rêbazeke nû dan û bi ser malbatên çalakgeran xwestin encam bigirin.

Rêveberiya Girtîgeha Hejmara Tîpa T-2 a Bandirmayê ya Amedê , bi malbatên ku çûn serdana zarokên xwe yên di çalakiya greva birçîbûnê de ne re hevdîtin pêk anî û ji malbatan xwest ku zarokên xwe qanih bikin û wan ji grevê derxin.

Leave a Reply

Back to top button