PARÊZERÊN RÊBER OCALAN JI BO HEVDÎTINÊ BERÊ XWE DAN ÎMRALIYÊ

Doh parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Piştî ku serdozgeriyê bersiva erênî da, îro parêzer çûn Îmraliyê û bi muwekilên xwe re hevdîtin kirin.

Doh Parêzerên Rêber Ocalan Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez, Raziye Tûrgût û Serbay Koklu, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Îro Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bersiva erênî da.

Lewma îro danê sibehê parêzer Newroz Ûysal û Rezan Sarica ber bi girtîgeha Îmraliyê ve ketin rê.

Parêzer piştî çûn Îmraliyê, piştî saetên nîvro vegeriyan.

Parêzerên ku hatin Îskeleya Guzelyali ber bi Stenbolê ve derketin rê.

Herî dawî piştî 8 salan parêzerên rêber Ocalan Newroz Ûysal û Rezan Sarica 2 Gulana îsal hevdîtinek pêk anîbûn.

Û ji wê rojê ve parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan dikirin lê bersiv ne dihat dayîn.

Tevî ku Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul îdia kiribû ku tecrîda li Îmraliyê rabûye.

Leave a Reply

Back to top button