Li navçeya Til Xezalê ya Kobanê Jinên Ciwan meşek li dar xist

Yekîtiya Jinên Ciwan li Şehba û Kobanê li dijî Komploya Navneteweyî meş li dar xistin. Di çalakiyan de, ciwanan diyar kirin ewê ji azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin.

Bi nêzîkbûna salvegera 23. a Komploya Navneteweyî, çalakî dewam dikin.

Li Kobanê linavçeya Tikl Xezalê , bi vê armancê meşek bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan hate lidarxistin.

Bi sedan ciwan û şêniyên navçeyê li Kolanên meşiyan û banga azadiya Rêber Apo kir.

Li Şehbayê bi pêşengtiya Jinên Ciwan meşek hat lidarxistin

Li Şehbayê jî, ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û tecrîda li ser Rêber Apo bi pêşengtiya jinên ciwan meşek hate lidarxisitn.

Bi sedan jinên ciwan û şêniyên Efrînê ku li Şehbayê dimînin di bin dirûşmeya “Bi tolhildana jinên ciwan em ê komployê têk bibin , Rêber Apo azad bikin” li kolanên navçeya Ehdesê a li Şehbayê meşiyan.

Piştra meş veguherî mitîngê û li ser navê Tevgera Jina Ciwan daxuyanî hate dayîn.

Back to top button