Şandeya HDP’ê îro serdana gelê Şengalê kir

Ji bo piştgiriya bi welatiyên Şengalê re şandeyek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Şengalê kir.

Ji bo piştgiriya bi gelê Şengalê re şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji 4 parlamenterên HDP’ê pêk tê, serdana Şengalê kir.

Şande ji aliyê rêveberên Rêveberiya Xweser ve hatin pêşwazîkirin.

Şandeya HDP’ê wê li Şengalê bi sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser re hevdîtina bike.

Parlamantera HDP Feleknas Ûca têkildarî armanca serdanê ji ajansa Rojnewsê re axivî û got:

Em dibînin piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ji nûve avakirina Şengalê destpê kir.

Rêveberiya xweser, meclisên jin, ciwan û parastina xwe pêşxistine û rêxistinbûna xwe ji nûve dan avakirin.

Ûca bal kişnade ser êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê û got:

“Em dibînin ji 2017’an û şûnde dewleta Tirk her demekê êrişên xwe li ser Şengalê pêk tîne.

Di van êrîşan de nexweşxane dike hedef, pêşengên Êzdiyan qetil dike û gefan li gelê Şengalê dixwe.

Em dixwazin li vir bêjin em wek gelê Bakûrê Kurdistanê bi gelê xwe yê Şengalê re ne, em li hember van êrîşan bêdeng namînin.

Em bang li hemû partî û gelê Başûrê Kurdistanê dikin, li Şengalê xwedî derkevin.”

Back to top button