
Hêzên rejîma Îranê çalakvanekî sendîkayî li Sine girt, aqûbeta wî nayê zanîn.
Hate zanîn ku duh hêzên rejîma Îranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê çalakvanekî sendîkayî yê bi navê Xebat Dêhdar girtin
Xebat di heman demê de endamê meclîsa rêveber a Koma Çiyavanî (Şaxevanî) ya Çil Çeme ye.
Heta niha ne sedema girtina wî û nejî aqubeta wî tê zanîn.