Dengvedana buhayê ceh û genim a ku ji aliyê rêveberiya bakur û rojhilatê Sûrî ve hatibû diyarkirin, hîna bilind e.
Ji nava hemû çînên civaka herêmê bertekên cur bi cur derketin.
Der barê mijarê de hin partiyên li herêmê jî helwest û nêrînên xwe nîşan dan.
Partiyên Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (Hevbendî) û Partiya Çep a Kurd li Sûriyê derbarê mijarê de du daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de, hate gotin ev biryar dijberî berjewendiyên cotkaran e û wê herêmê ber bi aloziya ard ve bibe.
Partiyên daxuyanî dane, ji rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê xwestin ji biryarê paş de vegerin û biguherînin.
Partiyên ev daxuyanî dane ev in:
– Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd a Sûrî
– Partiya Çepa Demokratîk a Kurd li Sûriyê
– Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî)
– Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
– Partiya Çaksaz-Sûriye
– Partiya Çep a Kurd li Sûriyê