Li Diyalayê di êrişa DAIŞ’ê de leşkerek birîndar bû

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê zêde bûye .Çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Diyale êrişê hêzên artêşa Iraqê kirin û leşkerekî Iraqê bi giranî birîndar bû.

Di demên dawî de çeteyên DAIŞ’ê tevgera xwe ya li Iraqê zêde kirine.

Şevê din çeteyên DAIŞ’ê li bajaroka Kenan a girêdayî parêzgeha Diyale êrişî leşkerên Iraqê kirin.

Piştre di navbera her du aliyan de pevçûn derket û di encamê de leşkerekî Iraqê bi giranî birîndar bû.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku beriya du rojan çeteyên DAIŞ’ê li nêzî seytereya navçeya Xerîra ya ser bi parêzgeha Diyalayê, komek polîsên iraqê xistiyê kemînê û êrişê wan kiribû.

Di encamê de ji artêşa Iraqê polîsek hatibû kuştin û 4 jî birîndar bibûn.

Back to top button