Endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ilyasî Seydo , serokê Meclisa Oldaran a bajarê Serêkaniyê Mele Heysem Xelîl li ser xeteriya siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên dijberî olan, hişyarî da û got: “Divê pêkhate li dijî van siyasetan hevgirtina xwe ava bikin.”
Dewleta tirk a dagirker Çavnebariya wê ya li dijî rojavayê kurdistanê berdewame.
Her çedî gelek deverên rojava dagir kiriye lê dîsa çavê xwe berdide cihên din .
Bi awayekî hovane êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne..
Li dijî êrişan bertekên tund derdikevin.
Endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ilyasî Seydo derbarê mijar ji ajansa Hewarê re nirxandin kir .
Ilyasî Seydo diyar kir ku di demekê de ku çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê bi binketin , dewleta tirk radeya êrişên xwe zêde kir.
Dewleta Tirk a dagirker her tim şerê olên li herêmê dike .
Ilyas Seydo di dawiyê teqez kir ku bi saya hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê , destkeftiyên heyî têne parastin û hemû planên dewleta Tirk têk diçin.
Di heman çarçoveyê de Serokê Meclisa Oldaran a bajarê Serêkaniyê Mele Heysem Xelîl jî axivî .
Mele Heysem Xelîl destnîşan kir ku Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Şengalê, hovîtrîn sûcan pêk tîne.
Mele Xelîl dawiyê bang li oldarên li Tirkiyê û Sûriyê, her wiha tevahiya cîhanê kir ku êrişên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Şengalê şermezar bikin, dawî li komkujiyan bînin.