Li Îmraliyê parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li Neteweyên Yekbûyî da

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo mûvekîlên xwe Rêber APO re hevdîtin bikin ‘banga lezgîn’ li Raportorê Taybet ê li dijî Êşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî kir.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş 3’ê Sibatê serî li ‘çalakiya lezgîn’ li Raportorê Taybet ê li dijî Êşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî dan.

Parêzeran, di serlêdana xwe de bal kişandin ser rewşa muwekîlên xwe ku ji 25’ê Adara 2021’ê ve agahî ji wan nagirin û serlêdanên xwe yên ku ji bo hevdîtinên dikin rêz kirin.

Parêzeran di serlêdana xwe de cih dan raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku di encama serdanên xwe yên Îmraliyê de amade kiriye û biryarên Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) yên derbarê agahî negirtinê de bi bîr xistin.

Parêzeran, bang li Raportorê Taybet ê Êşkenceyê yê NY’yê kirin ku bi awayekî lezgîn ji bo rewşa muwekîlê wan bikeve tevgerê.

Back to top button