Komîteya şopandinê ya kongrê civîna xwe li dar xist

Komîteya Şopandinê ya “Kongreya Niştimanî ya Şêniyên Cizîrê û Firatê” ji bo nîqaşkirina karê xwe yên salekê doh li bajarê Hesekê civînek li dar xist.

Di civînê de hevseroka MSD’ê Emîne Omer, belgeyek derbarê rêbazên çareseriyê û peydakirina lihevkirina li ser krîza Sûrî de, pêşkêş kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mehbaş diyar kir ku komîteyê di vê demê de bi cesaret kar kir û ev tişt anî ziman:

”Komîteyê bi rêya raporên xwe yên rêveberî, aborî û ewlehî destek da ku nivîsgehên taybet, qanûn û sazkirina rêveberiyê were sererastkirin û xurtkirin.

Endamên komîteyê jî îşaret bi pêkanîna Rêveberiyê Xweser û bersivdayîna wê ji pêkanîna girîngtirîn encamên kongre, kir û gotin:

“Rêveberiyê gelek gavên pêşketî di jinûve sazkirina peymana civakî de û gelek bendên girêdayî başbûna rewşa jiyanî û sazkirina saziyên ewlehiyê de avêt.

Dema qanûnî ku ji aliyê kongreyê pêkhateyên Cizîrê û Firat ve hatibû dayîn bidawî bû û ew jî salek ji lidarxistina kongre bû.

Back to top button