KCK: Gelê Kurd bi hêrseke mezin 24 saliya komployê pêşwazî dike

Rêxistina sîwan ên tevgera azadiya Kurdistanê, KCK, di salvegera xwe a 23’an de, komploya 15’ê Sibatê ya navneteweyî şermezar kirin.
KCK’ê ragihand ku gelê Kurd bi hesabpirsîna ji hêzên komploger ew ê Rêber Apo azad bikin.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê têkildarî salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo daxuyanî da.

Konseyê ragihand ew 24 saliya komployê bi hêrseke mezin pêşwazî dikin û wiha got:

Hêzên komploger bi pêşengiya Amerîkayê bi derxistina Rêber Apo ya ji Sûriyê xwestin gefa herî mezin a li ber berjewendiyên xwe ji holê rakin.

Armanca herî mezin a komployê ew bû nehêlin Kurd bi nasname û îradeya xwe ya azad bikevin sedsala 21’an.

Lê hem Rêbertiya me û hem jî gelê Kurd û Tevgera wî bi xurtkirina berxwedan û têkoşînê bersiva pêwîst dan hêzên komploger.

Ji kêliya pêşî, helwest Rêber Apo li hemberî komployê. têkbirina qedra qirkirinê ya li ser Kurdan hatî ferzkirin bû.

KCK: Bi hesabpirsîna ji komplogeran em ê Rêber Apo azad bikin

KCK’ê anî ziman di nava şertên herî dijwar de Rêbertî, hem ji hêla raman û hem jî ji hêla fizîkî ve li ber xwe da û wiha domand:

Bi pêşxistina paradîgmaya jiyana nû ya azad û demokratîk, rê neda ku hêzên komploger şerê Tirk û Kurdan peyda bikin.

Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane hewl da derfeta herî biçûk binirxîne.

Lê her carê mêtingeriya Tirk bi şer û kuştinê bersiv dan hewldanên rêbertî û tevgera me.

Faşîzma AKP-MHP’ê ku ji bilî qirkirinê tiştekî din ji bo Kurdan rewa nabîne, rojane êriş dike.

Çiya û deştên Başûrê Kurdistanê bombardiman dike.

Li Rojava zarokan dikuje.

Plana DAIŞ’ê ya hovê li ser civaka Êzdî ferz dike.

Bi balafiran êrişî gelê me li Kampa Mexmûrê dike.

Bi vê yekê difikire ku ew ê bi çavtirsandine Kurdan teslîm bigre.

Lê her çendî êrişên rêjîma faşîst dijwar bibin jî gelê Kurd yek gav ji têkoşîna xwe dûr neketiye.

Bi bîr û baweriya ku civaka rêbertiya xwe girtî be, ew civak jî girtî ye, li qadên têkoşînê ye.

KCK’ê dawiya daxyaniya xwe ev bang kir:

“Di 24 saliya Komploya 15’ê Sibatê de, di serî de jin û ciwan, em bang li gelê Kurd û dostên xwe dikin ku bi hesabpirsîna ji komplogeran, Rêber Apo azad bikin

Back to top button