Welatên Rojava li ser hev çekan dişînin Ûkrayna

Ji bo Ûkrayniyan roja herî dirêj despê kir. Li sînorê welat dengê çekan ji nêz ve tê. Metirsiya êrişek Rûsya li dijî herêmê ji her demê zêdetire. Çavê welatên Rojava li tevgera Rûsya ye. Brîtanya ji bo rewşek awerte hezar leşkerên xwe amade kiriye. Macerîstan jî got, ew ê hîn zêdetir leşkerên NATO li ser xaka welat qebûl nekin.

Êdî dem û kêliyên dawî yên metirsiya li ser Ûkrayna despê kiriye.

Li sînorê welat dengê tetbîqatên Rûsya û Belarûs, kîevê ditirsîne.

Bi Kîevê re, welatên rojava hemû jî di nava fikaran de ne.

Ji bo vê yekê jî sewqiyatên çekan ji bo wê zêde kirine.

Rûsya bi hêza xwe dixwaze çavê Kîevê bitirsîne.

Li nava deryaya qeşagirtî jî keştiyên Rûs ranawestin.

Brîtanya ji bo rewşa aloz ya li Ûkrayna 1,000 leşker amde kiriye

Li aliyekî din Brîtanya ji bo piştevaniya bi Ûkrayna re hewildanên xwe yên dawî dike.

Berî civîna serokwezîr Boris Johnson bi rêberên NATO re û serdana wî ya ya bo Polonya, Brîtanya ferman da 1,000 leşkeran ku amade bin.

Ev hêz jî ji bo rewşek aloz ya mirovahiyê wê bikevin tevgerê.

Koşka Spî: Tetbîqat rewşê aloztir dike

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki di daxuyaniya xwe ya li ser tetbîqata hevpar de got,

“Em vê yekê wekî gavek ku rewşê aloztir dike dibînin.”

Macerîstan: Em ê hîn zêdetir leşkerên NATO li ser xaka welat qebûl nekin

Wezîrê Karên Derve yê Macarîstanê Peter Szijjarto ragihand ku welatê wî ji ber krîza Ukraynayê êdî hîn zêdetir hêzên NATO yê li ser xaka xwe qebûl nake.

Daxuyaniya Wezîr ji bo euronewsê di demekê de hat ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) leşkerên zêde şandin Polonya û Romanyayê.

Szijjarto, da zanîn ku wan ji destpêkê ve ev rewş qebûl nekirine û got,

“Me ev qebûl nekir û em ê qebûl nekin, ji ber ku li ser xaka welêt ji xwe leşkerên NATO’yê hene.

Hêzên çekdar ên Macarîstanê di pozîsyona garantîkirina ewlehiyê de ne.

Ji ber vê yekê hêzên zêde li ser xaka Macarîstanê hene.”

Di vê navberê de Almanya jî hejmara leşkerên li Lîtvanyayê zêde kir.

Back to top button