‘Siyaseta dewleta Tirk li ser tevahî olan metirsiyê e’

Endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ilyasî Seydo û serokê Meclisa Oldaran a bajarê Serê Kaniyê Mele Heysem Xelîl li ser metirsiya siyaseta dewleta Tirk a dagirker a dijberî hemû olan, hişyarî dan.
Di axaftinên wan de, banga hevgirtina pêkhateyan li dijî van siyasetên Tirkiyê hat kirin.

Dewleta tirk a dagirker Çavnebariya wê ya li dijî rojavayê kurdistanê berdewame..

Her çedî gelek deverên rojava dagir kiriye lê dîsa çavê xwe berdide cihên din …

Bi awayekî hovane êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne…

Li dijî êrişan bertekên tund derdikevin.

Endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ilyasî Seydo derbarê mijar ji ajansa Hewarê re nirxandin kir .

Ilyasî Seydo diyar kir ku di demekê de ku çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê bi binketin , dewleta tirk radeya êrişên xwe zêde kir û got:

Ilyasî da zanîn ku Dewleta Tirk a dagirker her tim şerê olên li herêmê dike .

Ilyas Seydo di dawiyê teqez kir ku bi saya hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê , destkeftiyên heyî têne parastin û hemû planên dewleta Tirk têk diçin.

Di heman çarçoveyê de Serokê Meclisa Oldaran a bajarê Serêkaniyê Mele Heysem Xelîl jî axivî .

Mele Heysem Xelîl destnîşan kir ku Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Şengalê, hovîtrîn sûcan pêk tîne.

Mele Xelîl dawiyê bang li oldarên li Tirkiyê û Sûriyê, her wiha tevahiya cîhanê kir ku êrişên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Şengalê şermezar bikin, dawî li komkujiyan bînin.

Back to top button