KJK: Rêya têkbirina komployê têkoşîna bênavber e

Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir.
KJK’ê bang li gelê Kurd û dostan kir ku ji 15’ê Sibatê heta 8’ê Adarê, Newrozê û 4’ê Nîsanê bi biryardariya çalakiyan a bênavber têkoşînê li qadan mezin bikin.

Komalên Jinên Kurdistanê bi rasthatina salvegera 23’an a Komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da.

Kordînasyona KJK’ê bi bîr xist ku hêzên cîhanî bi komploya 15’ê Sibatê xwestin Rêber Apo bêbandor bikin û wiha dewam kir:

Plana wan ew bû ku bi dîlgirtina Rêver Apo, tevgera azadiya Kurdistanê biqedînin.

Lê berxwedana Rêberê me, şehîdên me yên mezin, gelê me û tevgera me, rê li ber komplogeran girt.

Kordînasyona KJK’ê ragihand ku gelê Kurd bi rêjîmeke faşîst re rû bi rû ye û got:

Ji Şengal, heta Rojava û Kampa Mexmûrê, dewleta qirker li pêşî çavên cîhanê êrişî Kurdan dike.

Çawa ku 15 Sibtê hewl dan Rêber Apo, tevger û gelê me ji hev dûr bixin, niha jî bi van êrişan dixwazin Kurdan çavtirsandî bikin.

Em baş zanin ku dîlgirtina fîzîkî ya Rêber Apo, xwestin hebûna gelê Kurd ji holê rakin.

Û di nava 23 salên derbasbûyî de eşkere bû ku heta ku ev êriş neyên şikandin şensê jiyana azad û hebûnê jî namîne.

Ji ber vê yekê di serî de jin, weke gel divê em azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de bibînin.

Diyar e ku ji bo jinan wateya komploya navneteweyî hîn kûrtir e.

Lewma Rêber Apo azadiya jinê kir navenda hîmê azadkirina civakê û bi vî rengî têkoşîn bi pêş ve bir.

Ji ber vê yekê hêzên serdest di şexsê Rêber Apo de li dijî hêviyên jinan, gelan û mirovahiyê komplo pêş xistin.

Di roja me a îro de jî bi serkêşiya dewleta Tirk a faşîst hewl tê dayîn ku ev komplo were dewamkirin.

Lê çawa ku dîlgirtina Rêber Apo ji aliyê jinan ve ti carî nehat qebûlkirin, berdewamiya komployê jî sedema hêrsa mezin e.

Îro di serî de gelê Kurdistanê, xwedîderketina dostan, hêzên şoreşger û enternasyonalîst nîşaneya hêza têkoşîna hevpar a li dijî komplogeran e.

Bi vê bîr û baweriyê, em bang li jinan, ciwanan, tevahiya gelê xwe û dostan dikin ku ji 15’ê Sibatê heta 8’ê Adarê, Newrozê û 4’ê Nîsanê bi biryardariya çalakiyan a bênavber, li qadan têkoşînê bilind bikin.

Back to top button