GREV LI HEWLÊR, SILÊMANÎ, MEXMÛR Û GERMIYANÊ DEWAM DIKIN

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li başûrê kurdistanê jî didomin. Li Hewlêrê, greva bê dem û bê dorveger ya Nasir Yagiz di roja 183’an de bi biryardarî dewam dike.

Tevî greva bêdawî ya Nasir Yagiz, greva birçîbûnê ya bi dorveger ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê 183 roj in li dar e.

Çalakî ji aliyê koma 91’ê ve dewam dike .

Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger a li Wargeha Mexmûr di roja 158’an de ji aliyê koma 52 an ve dewam dike.

Her wiha çalakiya bê dem û bê dorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî bi vîneke xurt di roja xwe ya 123’an de ye.

Çalakiya Endezyar Herêm Mehmud jî ev 88 roj in li Kelar a Germiyanê li dar e.

Leave a Reply

Back to top button