Serokwezîrê Kanada Trudeau: Çalakiya ajokarên kamyonetan nayê pejirandin

Çalakiya ajokarên kamyonetan ya li Kanada êd derbasî qonaxeke aloz bûye. 13 rojin li paytextê ajokar li dijî derzîkirina Covid-19 di nava çalakiyê de ne. Pir hatine girtin û vê yekê jî bendor li hilberîna şirketên erebeyan kiriye. Vê yekê jî serokweîzrê Kanada Trudeau bihêrs kir.ç Trudeau got; Êdî çalakiya ajokarên kamyonetan nayê pejirandin û divê bilez were bidawîkirin.

Ji 29’ê Çileyê ve, ajokarên kamyonetan li dijî derzîkirina Covid-19 di nava çalakiya protestyî de ne.

Çalakiya ku 13 rojin dewam dike, êdî di gelek waran de bandorên xwe yên neyînî li ser jiyana li paytextê dike.

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau di civîna meclisê ya li paytext Ottawa de, piştevaniya qedexeyên Covid ên federal kir.

Ji aliyê din ve polîsê Ottawa hişyarî da ku ajokarên kamyonan ên ku xwepêşandanên xwe didomînin dikarin bên girtin.

Xwepêşandanên li seranserê welêt ku li dijî qedexeyên pandemîk dest pê kirin, dikevin hefteya xwe ya duyemîn.

Trudeau got, Bi argûmana ku girtina rê û xwepêşandanên neqanûnî “nayê qebûlkirin” in.

Ev bandorek neyînî li karsaz û hilberîneran dikin.

Serokwezîr anî ziman ku şofêrên kamyonan ji bo dawî li çalakiya xwe bînin divê her tiştî bikin û got, Xwepêşander hewl didin aborî, demokrasî û jiyana rojane ya welatiyan asteng bikin.

Trudeau, ku bi Vîrusa Corona ket, piştî hefteyek karantînayê vegeriya parlamentoyê.

Çalakvanan ji 7’ê Sibatê ve deriyên sînor ên li ser Pira Ambassador ku mezintirîn pira rawestayî ya cîhanê ye û nêzîkî çaran yekê bazirganiya DYA-Kanada ye, girtine.

Nêzîkî 100 xwepêşanderan deriyê pirê girtin.

Ev rewş ji aliyê sazî û rêxistinên bazirganiyê ve hat şermezarkirin.

Nêzîkî 400 kamyonên ku di dawiya meha borî de gihiştin navenda bajarê Ottawa jî li bajêr çalakiya xwe didomînin.

Polîsan doh got; Ji ber “nehiştina gel ji karanîna qanûnî ya milk û karsaziyên xwe” dibe ku jimarek tawan li dijî xwepêşanderan bêne kirin Ya ku tê xuyakirin aloziya li nava paytext Ottawa wê demekê dirêj bike.

Back to top button