Konferansa 3. a Meclisa Edaleta Civakî a Cizîrê hat lidarxistin

Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê 3. konferansa xwe bi beşdariya 300 delegeyî li bajarê Qamişlo li dar xist. Di konferansê de rapora xebatên 3 salan hatin xwendin û nirxandin. Kesên ku di konferansê de jî axivîn girîngiya pêkanîna Edaleta Civakî û sîstema demokratîk anîn ziman.

Îro 3. Konferansa Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê bi amadebûna 300 delegeyî li hola Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişlo hat lidarxistin.

Konferas di bin dirûşma “Pêkanîna Edaleta Civakî, Misogerî û mayîndekirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e”, hat organîzekirin.

Di konfransê de, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û endamên rêxistin û partiyên siyasî, amade bûn.

Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîma Berekat axaftina destpêkê kir û armanca lidarxistina konferansê anî ziman.

Piştre nirxandinên Rêber Apo yên derbarê edaleta civakî de hatin xwendin.

Di konferansê de malbatên şehîdên edaleta civakî Yûsiv Gulo, Yadê Eqîde û Şehîd Şernas, hatin xelatkirin.

Aldar Xelîl: Ji bo pêkanîna edaleta civakî divê civak xwedî îradeyeke azad be

Endamê Desteya Hevseroaktiya PYD’ê Aldar Xelîl di konferansê de amade bû û axaftin kir.

Aldar Xelîl diyar kir ji bo pêkanîna edaletê divê sîstema heyî bingeha xwe li ser edaletê ava bike.

Xelîl anî ziman ji bo meclisa edaletê sîstemeke ku bingeha wê li ser edaletê ava bike, cewhera vê yekê mekanîzmaya rêvebirina herêmê û îradeya civakê ye.

Xelîl da zanîn armanca Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku pergalekî ku edaletê temsîl bike û ji sîstemên berê ên desthilatdar cudatir be ava bike.

Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got:

“Pêkanîna edaleta civakî ku civak xwedî îradeya azad be, bi sîstemeke adil pêkan e.”

Di konferansê de rapora xebatên 3 salan hate xwendin û nirxandin

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mihyedîn Hesen jî diyar kir gelê herêmê edalet û demokrasiya rastîn pêk tînin û divê adalet li gorî cewher û rastiya civakê bê xurtkirin.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Şahîn Lalî jî axivî û diyar kir armanca wan a sereke ew e ku edaleta civakî li herêmê pêk bînin û mafên civakê di hemû waran de biparêzin.

Lalî di dawiyê de got ew ê xebatên xwe dewam bikin da ku parêzeriyeke li gorî nirxên şoreş û civakê ava bikin.

Piştî axaftinan raporên xebata 3 salan a Meclisa Edaletê hate xwendin û nirxandin

Back to top button