Ji nava 167 welatan de Tirkiyê di warê demokrasiyê de li paş maye

Di nava 167 welatan de, Tirkiye yek ji wan welatan e ku demokrasî lê pir li paş maye. Di rapora nîşaneya demokrasiyê ya sala 2021’an de Tirkiyê di rêza 103’an de cihê xwe girt.

Şîrketa Lêkolînê ya Îngilîz, Yekîtiya Pisporên Aborîzan, rapora xwe a Nîşaneyên Demokrasiyê ya sala 2021’an eşkere kir.

Li gorî raporê, li ser asta cîhanê sala 2021’an jî demokrasî her li paş maye..

Bi taybet di pêvajoya belavbûna vîrûsa Koronayê de.

Şîrket encama sala derbasbûyî weke asta rekorê ya paşdemayîna demokrasiyê binav kir.

Di raporê de rewşa Tirkiyê , li gorî 5 xalan hatiye nirxandin.

Tikriyê ji aliyê rêjîmeke melez ve tê birêvebirin.

Pêvajoyên hilbijartinê, pir-rengî, tevlîbûna siyasî, azadiya qada sivîl û çanda siyaseta demokratîk.

Rewşa li Tirkiyê li gorî van rojevan hatiye destnîşankirin.

Ji ber pirsgirêkên heyî, Tirkiye di warê demokrasiyê de ji nava 167 welatan, cihê xwe di rêza 103’an de digre.

Sala 2021’an Norwêc weke welatê ku herî zêde demokratîk e hate eşkerekirin.

Ê herî zêde dûrî demokrasiyê jî Efxanistan e

Back to top button