Fransa 42 balafirên Rafale difiroşe Endonezya

Fransa piştî Yûnanîstan jimareke zêde ya balafiran difiroşe Endonezya. Fransa ragihand ku ew ê 42 balafirên Rafale bifiroşin Endonezya.

Di merasîma li paytexta Endonezya Jakarta de, tevî Wezîra Parastinê ya Fransa Florence Parly û hempîşeyê wî yê Endonezya Prabowo Subianto gelek kes amade bûn.

Wezîran piştrast kirin ku alî li ser kirîna 42 balafirên nûjen yên Rafale lihev kirine.

Di nava peymana kirînê de, perwerdekirin û piştgiriya lojistîk a ji bo Endonezya jî heye.

Sererkanê Serfermandariya Endonezyayê General Fadjar Prasetyo 22’ê Kanûnê ragihandibû ku welatê wî dev ji balafirên şer ên SU-35 berdaye.

Balafirên Su-35 ji aliyê Rûsya ve têne çêkirin.

Niha Endonezya li cihê van balafiran berê xwe daye Parîs û Waşîngtonê.

Endonezya dixwaze hêza xwe ya hewayî bi balafirên Rafale yan jî Boeing F15EX yên DYA bihêz bike.

Fransa beriya niha 80 balafirên şer ên Rafale firotibû Îmarat, 54 Misir, 36 Qeter, 24 Yewnanîstanê û 36 jî firotibû Hindistanê.

Hirvatîstanê jî peymana kirîna 12 balafirên şer ên Rafale yên desta duyemîn îmze kiribû.

Back to top button