Murad Karayilan: Garê plana duyemîn a komploya navneteweyî bû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad têkildarî komploya navnetweyî diyar kir ku divê bi temamî bê têkbirin û Têkbirin jî bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê dibe.
Karayilan destnîşan kir ku bûyerên diqewimin nîşan didin ku sala heyî wê bibe saleke germ a têkoşînê û piştrast kir wan xwe li gor pêvajoyê amade kirine. 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan bi boneya Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û salvegera êrişa berfireh a li ser Garê û têkçûna dewleta Tirk, ji Hêzên Parastinê yên Gel – HPG’ê re axivî.

Mûrad Karayilan diyar kir ku piştî 15’ê Sibatê Rêber Apo bi paradîgma xwe, gelê me yê serhildêr û welatparêzên Kurd, jin û ciwanên Kurd bi têkoşîna xwe nehîştin komplo biçe serî.

Mûrad Karayilan diyar kir, dijminê ku li gel hemû hewldanan nekarî encama dixwaze bi dest bixe, bi planeke duyemîn a komployê xwest komploya navneteweyî bi ser bixîne û got,

“Êrişa 10’ê Sibata 2021’ê ya li ser Garê parçeyê destpêkê yê planeke mezin bû.

Ev plan, planek berfireh bû gelek hêzên di komploya 15’ê Sibatê de cih girtin, di nava vê plana duyemîn de jî amade bûn.

Bi alîkariya wan, Serokwezîrê Iraqê Kazimî jî dewleta Iraqê tevlî vê pêvajoyê kir.

PDK’ê jî ev plan li gorî berjewendiyên xwe guncaw dît û tevlî bû.

Hêzên hegemon ên mîna DYE û Îngilistanê jî piştgirî dan vê komployê.

Mûrad Karayilan tekez kir ku fedayiyên Apoyî li dijî vê yekê li ber xwe dan û bi vê berxwedanê dijmin têk birin; pêla êrişan berevajî kirin û kirin destpêka şikestineke mezin a dijmin.

Murad Karayilan: Gerîlayan rê neda ku dewleta Tirk bigihêje armancên xwe

Karayilan diyar kir ku Gerîlayên li Avaşîn, Zap û Metînayê ku sûd ji têkoşîna li Garê wergirtin, derbên gelekî giran li artêşa dagirker xist û rê nedan ku artêşa Tirk a faşîst bigihêje aramancên xwe.

Karayilan ragrihand ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst-qirker dest ji armancên xwe bernedaye û got,

“Ew xwe ji nû ve amade dikin û dixwazin şensê xwe careke din biceribînin.

Neçar in ku vê bikin.

Eger nekin, di rapirsiyan de jî xuya dibe wê têk biçin.

Eger têk biçin wê Erdogan û hevkarê wî werin dadgehkirin.

Ji bo nekevin vê rewşê wê serî hemû rêbaza bidin.

Murad Karayilan: Ev sal ji bo têkbirina komployê wê bibe saleke germ a têkoşînê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan destnîşan kir ku bûyerên diqewimin nîşan didin ku sala heyî wê bibe saleke germ a têkoşînê û wiha got,

“Em vê salê weke saleke awarte dibînin.

Tevgera me xwe bi rengekî baş ji salê re amade kiriye.

Em dixwazin ku di sala 2022’an de komploya navneteweyî êdî bi temamî tune bikin.

Têkbirina komployê jî bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê dibe.

Bi perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî ji bo bersiva encamgir li dijî êrişên dijmin ên li hemû parçeyên Kurdistanê bê dayin, şert û merc ji her demê bêhtir guncaw in.

Back to top button