Rûsya û Belarûsya dest bi tetbîqata leşkerî kirin

Di demekê ku Rûsya û NATO hatîn pêşberî hev de, tatbîqata leşkerî ya Rûs-Belarûs despêkir. Tetbîqat wê heta 20’ê Sibatê dewam bike. Tetbîqata “Biryardariya Hevalbendan a 2022” li gel welatên rojava metirsiyek zêde daye despêkirin. Ûkraynayê ragihand ku li nava sînorên welat hemwextî vê tetbîqatê wan jî tetbiqatek daye despêkirin.

Piştî sewqiyat û amadekariyên zêde tetbîqata dihat pilankirin despê kir.

Îro hêzên Rûs û Belarûs bi hevre tetbîqata ” Biryardariya Hevalbendan 2022″ dan despêkirin.

Tetbîqat li ser xaka Belarûsê pêk tê.

Hin yekîneyên leşkerî yên Hêzên Çekdar ên Belarûsyayê û herwiha yekîneyên leşkerî yên Hêzên Çekdar ên Rûsyayê ji navçeya Leşkerî ya Rojhilat wê beşdarî tetbîqatê bibin.

Rûsyayê ji bo tetbîqata leşkerî 2 pergalên fuzeyên parastina hewayî yên S-400 şandibûn Belarusê.

Di tetbîqatê de ji bilî S-400an, pergalên mûşekî yên parastina hewayî Pantsir-S û 12 balafirên şer ên Rûsyayê Su-35 jî wê beşdar bibin.

Tetbîqat wê li baregehên leşkerî yên Obuz-Lesnovskiy, Osipovicskiy, Brestskiy, Gojskiy, Domanovskiy û baregehên leşkerî yên Baranovic, Luninets, Lida, Machulishchi yên li ser xaka Belarusê pêk werin.

Hat ragihandin ku tetbîqat di çarçoveya Belgeya Viyanayê ya sala 2011’an de, li gorî pîvanên têkildarî hejmara personelên tevlêbûyî û sîstemên çek û alavan ne mijara gotinê ye.

Kremlîn: Putin wê tetbîqatê li cihê wê neşopîne

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniyekê de diyar kir ku ti planeke Serokê Rûsyayê Vladimir Putin nîne ku tetbîqatê li cihê wiya bişopîne.

Peskov îdia kir ku Rûsya û Belarûs bi xetereyên nedîtî re rû bi rû ne.

Wezareta Parastinê ya Belarusê jî ragihand ku Sererkanê Rûsyayê Valeriy Gerasimov ji bo li cihê tetbîqatê bişopîne serdana Belarûsê kiriye.

Di Kanûna 2021’ê de, Serokomarê Belarûsya Alexander Lukashenko bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re li hev kir ku li ser sînorên rojava û başûrê Belarusê tetbîqatên leşkerî yên hevbeş pêk bînin.

NATO li dijî tetbîqata Rûsya-Belarûs bihêrse

Bi taybetî welatên Baltik, Polonya û Ûkrayna bi eşkere nerazîbûna xwe li hember vê tetbîqatê tînin ziman.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg îdia kir ku Rûsyayê 30 hezar leşker û çekên modern şandine Belarusê.

Tê pêşbînîkirin ku rewşa ewlekarî ya li welatên Baltik û Rojhilatê Ewropayê bi temamî biguhere.

Kremlînê îdiayên ku dê piştî tetbîqatê leşkerên Rûs li Belarûsê bi cih bibin zelal kir û got: Hêzên me wê vegerin welat.

Hemwextî Rûsya-Belarûs, Ûkrayna jî tetbîqatekî pêk tîne

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksîy Reznîkov jî ragihand ku hemwextî tetbîqata Rûsya-Belarûs ew ê di navbera 10-20’ê Sibatê de li welat tetbîqatekî pêk bînin.

Di tetbîqatên Ûkraynayê de balafirên bêmirov ên Bayraktar û pergalên antî-tank werin bikaranîn.

Back to top button