Rêber Apo: Derketina min a ji Sûriyê bi operasyona NATO-Gladio pêk hat

Rêber Apo di parêznameyên xwe de bi berfirehî komploya navnetewî û armancê wê dinirxîne. Rêber Apo diyar dike derketina wî a ji Sûrî bi operasyona NATO-Gladîo’yê pêk hat û dibêje, Ji DYE’yê heta bi Rûsyayê, ji Yekîtiya Ewrûpayê heta bi Yekîtiya Ereb, ji Tirkiyê heta bi Yûnanistanê, ji Kenyayê heta bi Tacikistanê gelek dewletan di nava komployê de cih girtibûn. Komplo di şexsê min de bi tenê ne li dijî Kurdan, li dijî Tirkan jî hatibû kirin.

Ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta 15’ê Sibata 1999’an di dîroka gelê Kurd û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de pêvajoya têkoşîn û berxwedaneke bê hempa îfade dike.

Gelek welatên cîhanê di berdêla berjewendiyên xwe yên li gel dewleta Tirk beşdarî komploya 15’ê Sibatê bûn.

Lewra Rêber Apo weke “Komploya Navnetewî” pênase kir.

Di encama vê yekê de Rêber Apo 9’ê Cotmeha 1998’an ji Sûriyê derket û berê xwe da Ewropayê.

Rêber Apo di beşa pêncemîn a parêznameya xwe ya bi navê ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ de dibêje, derketina ji Sûrî bi operasyona NATO-Gladîo’yê pêk hat û diyar dike di dema derketina ji Sûrî de du rê li pêşiya wî hebûn û wiha tîne ziman:

” Ya yekê rêya çiya bû, ya din jî rêya Ewrûpayê bû. Eger min rêya çiyê hilbijarta ev dihat maneya şerê dijwar û eger min rêya Ewrûpayê hilbijarta ev jî dihat wê maneyê ku ez li şensê çareseriya dîplomatîk û polîtîk digerim.

Amadekariyên ji bo rêya çiyê ji zû ve dest pê kiribûn. Derketina çiyê îhtîmala xurt bû. Lê tam di wê qonaxê de heyeteke Yûnanî hat cem me.

Di encama têkiliyan de me berê xwe da Atînayê.

Rêber Apo dibêje derdê rayedarên Sûrî ew bû ku ew bi lez derkeve lê ji çûna Ewrûpayê jî zêde ne dilrehet bûn:

“Di vê mijarê de alternatîf neafirandin û ev qusûra wan e. Ya rastî, di nava hesabên me de çûna Atînayê tinebû. Firsendek bû.

Min ji ciddiyeta dostên li wir jî bawer kiribû û lewma min fikar nekir ku ez vê firsendê bi kar bînim. Eger min zanibûya ez ê bi wê tabloyê re rûbirû bibim, ji sedî sed ez nediçûm Atînayê.”

Rêber Apo qala rojên li paytexta Kenya yê jî dike û vê yekê tîne ziman,

“Li cehennema Naîrobiyê sê rê li pêşiya min danîbûn:

Ya yekê, bi sedema ku min demeke dirêj guh nedaye fermanê bi awayekî şiklî ez ê bihatama kuştin;

ya duyem, min ê yeka CIA’yê nekirana didu biketama bin fermana wê û teslîm bibûma;

ya sêyem, wê min radestî tîmên şerê taybet ên Tirk bikirina ku ev ji zû ve amade kiribûn.”

Rêber Apo diyar dike Ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta bi 15’ê Sibata 1999’an pêvajoyeke çar mehan a mîna bahozê derbas bû û wiha dibêje,

” Ji bilî hêza hegemon Amerîka, ti hêzê nikarîbû vê operasyona çar mehan amade bikira. Di vê pêvajoyê de rola hêzên taybet ên Tirk bi tenê bi balafirê birina min a Îmraliyê bû, ew jî di kontrolê de pêk hat.

Di dîroka NATO’yê de ji sedî sed operasyoneke herî girîng a pêvajoyan e.”

Rêber Apo: Komplo di şexsê min de ne tenê dijî kurdan, dijî tirkan jî hatibû kirin

Rêber Apo destnîşan dike ku beşa herî girîng a komploya mezin a Gladîoyê li Îmraliyê hewl didan pêk bînin.

Ji DYE’yê heta bi Federasyona Rûsyayê, ji Yekîtiya Ewrûpayê heta bi Yekîtiya Ereb, ji Tirkiyê heta bi Yûnanistanê, ji Kenyayê heta bi Tacikistanê gelek dewletan di nava komployê de cih girtibûn.

Komplo di şexsê min de bi tenê ne li dijî Kurdan, di heman demê de li dijî Tirkan jî hatibû kirin. Şêweyê radestkirina min û niyeta kesên di vê de rol girtin, ne çareserî bû, dixwestin bingehê şerekî sedsaleke din dewam bike, kûr bikin.

Back to top button