Hesen Şerîf: Divê Kurd hemû ji bo azadiya Ocalan têbikoşin

Endamê Rêxistina Kurdistan a Hizbî Kominîst a Îran-Komele Hesen Şerîf got, “Ocalan nûnertiya bi mîlyonan Kurdan dike û xwest ji bo azadiya Rêber Apo hemû Kurd xebatê bimeşînin.

23’ê sal in RêberApo bi komployeke navnetewî li Îmraliyê dîl tê girtin.

Endamê Rêkxistina Kurdistan a Hizbî Kominîst a Îran-Komele Hesen Şerîf derbarê komployê de ji Rojnews re axivî.

Hesen Şerîf da zanîn ku Rêber Apo nûnertiya 60 milyon kurd dike û azadiya gelê kurd bi azadiya wî ve girêdayî ye.

Şerîf balkişand li ser girtina rêber Apo û diyar kir, dijminan difikirîn ku ewê bi dîlgirtina Rêber Apo bikarin hemû Kurdan bindest bihêlin got, “Lê bila tevayî cîhan bizane nikakrin gelê Kurd tune bikin û ji holê rakirina fikir û felsefa Ocalan ne pêkan e.”

Di dawiyê de Hesen Şerîf bang gelê Kurd kir ku ji bo azadiya rêber Apo têbikoşin û yekîtiya xwe ava bikin.

Back to top button