Meşa dirêj a li Fransayê di roja 5’an de didome

Meşa dirêj a Fransayê ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 5’an de dewam dike. Her wiha ‘Nobeta Azadiyê’ ya li bajarê Strasboûrgê jî 503 hefte li pey xwe hişt.

Îro meşa dirêj li bajarê Selestatê yê Fransayê destpê kir.

Çalakger bi êlekên kesk, sor û zer û rakirina pankartên ku li ser hatibûn nivîsandin “Ciwanên Apoyî wê bi vîna xwe Rêber Apo azad bikin” meşiyan.

Di meşê de belavokên ji bo azadiya Rêber Apo hatin belavkirin.

Çalakgeran di çarçoveya kampanyaya rakirina qedexeyê ser PKK’ê jî îmze berhevkirin.

Çalakiya nobeta azadiya Rêber Apo di hefteya 503’an de dewam dike

Her wiha çalakiya Nobeta Azadiya a ji bo rêber Apo li Strasboûrgê di hefteya 503’an
ji aliyê komek ji bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê ve dewam dike.

Li ser navê komê Şewket Çelîk axivî û got: “Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe wê çalakî bidome.”

Back to top button