KCDK-E: 12’ê Sibatê ji bo azadiya Rêber Apo seferber bibin

Ji bo şermezarkirina komploya 15’ê sibatê û daxwaza azadiya Fîzîkî ya rêber Apo, sazî û Kurdistaniyên li Ewrupayê bang li her kesî kirin ku, 12’ê Sibatê li Strasboûrg bin.

KCDK-E’yê bi boneya salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo, daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCDK-E di daxuyaniya xwe de behsa komplo, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo kir û bang li Sazî, rewşenbîr, enternasyonalîst û ciwanên ku piştgirî didin demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê kir ku, tevlî meş û mîtînga 12’ê Sibatê ya li Strasboûrgê, bibin.

TJK-E: Ji bo rûmeta xwe, em li Strasboûrgê werin cem hev

Her wiha Berdevka Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) Rabîa Baldemîr jî bi heman armancê bang kir.

Baldemîr got, ”Di serî de jinên ku wê li Straboûrgê bêne cem hev, ciwan, enternasyonalîst, sosyalîst, dilxwazên azadiyê, ne tenê ji bo Rêber Apo, ji bo nirxên civakî ku Rêber Apo temsîla wan dike, tevdigerin.

Ji bo rûmeta xwe, em li Strasboûrgê werin cem hev.

Çi kesê ku dibêje, ‘dema azadiyê ye’, em bang li wan dikin ku bibin parçeyek ji vê têkoşîna birûmet û vê tifaqê!”

Back to top button