Şandeyek HDP’ê ji bo piştgiriya civaka Êzidî serdana Şengalê kir

Ji bo amadekirina raporekê li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şandeyeke HDP’ê serdana Şengalê kir. Şandeya HDP’ê diyar kir ku ew li gel berxwedan û têkoşîna gelê Şengalê ne û wê rapora xwe li Meclisa Tirkiyê bigihînin raya giştî ya cîhanê.

Di 1’ê Sibata 2022’an de dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh li dijî Şengalê pêk anî.

Piştî van êrişan ji bo piştgiriya civaka Êzidî û tevayî pêkhateyên Şengalê û amadekirina raporekê li ser van êrişan şandeyek ku ji 4 parlamenterên HDP’ê pêk dihat, serdana Şengalê kir.

Şandeya HDP’ê îro di seatên sibehê de li navçeya Sinûnê serdana PADÊ kir.

Piştî wê şandeya HDP’ê li avahiya Meclisa Gel a Xanesorê daxuyaniyeke çapemeniyê da û peyamên xwe gihandin civaka Êzidî û raya giştî.

Hesen Ozguneş: Em heya dawî bi heqîqeta gelê Êzidî re ne

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hesen Ozguneş da zanîn ku armanca serdana wan ji Şengalê re parvekirina êş û azara civaka Êzidî ye.

Ozguneş êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê şermezarkir û got:

“Wekî gel û hêzên demokrat û azadîxwaz ên Tirkiyê li hemberî hemû komkujî û êrişan em ê bi we re bin. Em heya dawî bi heqîqeta gelê Êzidî re ne.”

Piştgiriya bi gelê Şengalê remurat çepnî: Polîtîkayên hikûmeta AKP’ê li Şengal sûc e

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî jî diyar kir ku gelê Şengalê dixwaze bi bîr û baweriya xwe li ser piyan bisekine û got:

“Em ê hemû çavderiyên xwe yên li Şengalê, li Enqereyê bi gelan re parve bikin.

Lê em dikarin bêjin, polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên li Şengalê sûc e.”

Huda Kaya: Çi bikeve ser milê me ji bo civaka Êzidî em ê bikin

Parlamentera HDP’ê Huda Kaya jî diyar ku ew jî weke jineke Tirk û Misilman ji bo piştgiriya gelê Şengalê hatiye û wiha got:

“Civaka Êzidî ji bo jiyana xwe ava bike, hewldanên pir baş dike. Ev yek jî li vê dera ku em lê sekinîne tê xuyakirin.

Em jî bi wan re ji bo jiyaneke azad û bi aştî, çi bikeve ser milê me em ê bikin.”

Feleknas Ûca: Em ê rapora xwe bi raya giştî re parve bikin

Herî dawî jî parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca axivî û got: “Êrişên li ser Êzidxanê ne ji rêzê ne. Dixwazin Êzidiyan ji kokê ve qir bikin, lê bila her kes zanibe, çawa ku civaka Êzidî li hember 74 fermanan li berxweda, heta ku Êzidiyek jî bimîne wê Êzidxanê biparêze.”

Feleknas Uca da zanîn ku ew ê di vegerê de rapora xwe ya li ser Şengalê li Meclisa Tirkiyê bi raya giştî re parve bikin.

Piştî peyamên şandeya HDP’ê, Hevseroka PADÊ Zehra Silêman jî xêrhatina şandeyê kir û got:

“Em dixwazin çand û netewa xwe biparêzin. Em daxwaz dikin şandeya HDP’ê di Parlemana Tirkiyê de, vê heqîqetê bigihînin hemû cîhanê.”

Back to top button