Dayîkên Şehîdan: Têkoşîna me ji bo azadiya Rêber Apo wê bê navber bidome

Dayîkên Şehîdan ên Efrînê yên ku bi Rêber Apo re mane li ser komploya navnetewî axivîn û gotin: “Bi girtina Rêber Apo xwestin ku gelê Kurd û Kurdistanê tune bikin.”. Dayîkên Şehîdan diyar kirin heta Rêber Apo azad bibe ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi Komployeke Navneteweyî hate girtin.

Ev 23 salin Rêber APO li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de ye.

Nêzî deh mehin jî tu agahî jê nehatiye girtin û ne jî hevdîtin pê re hatiye kirin.

Dayikên Şehîdan ên Efrînê yên ku bi Abdullah Ocalan re mane, derbarê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdulah Ocalan hatiye kirin axivîn.

Esmihan Sîdo ya ji gundê Kerê yê navçeya Bilbilê behsa hestên xwe di kêliya ku Rêber APO de dîtiye kir û got:

Dayîkên Şehîdan: Em ê ji bo azadiya Rêber Apo li ser piyan bin

Esmihanê da zanîn ku ew ê hetim li ser fikir û felsefa Rêber Abdullah Ocalan be, ji ber ku rêya Rêber Apo ji jinê re nîşan daye, rêya rastî û azadiyê ye.

Dayîka herdu pakrewanan Şakir û Heyder, Medîne Reşîd jî diyar kir ku dema Rêber Abdulah Ocalan hat girtin, jin her roj di nav çalakiyan de bûn û têkoşîna xwe li hember dijmin mezin kirin.

Dayîkên Şehîdan: Bi saya Rêber Apo jinan rastiya xwe naskir

Medîneyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê bi têkoşîn û berxwedana xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin .

Back to top button