Rêveberiya Dibistanan a Amûdê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a ku di encamê de xwendekarekî 11 salî şehîd bû, şermezar kir. Hat diyar kirin Ev êriş û komkujî bi erêkêkirina qaşo Hêzên garantor tên kirin.
Daxuyanî bi beşdarbûna bi sedan xwendekar, mamoste û endamên saziyan ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Rojane Dewleta Tirk êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike û sivîlan qetil dike.
Herî dawî şevê din balafirên bê mirovê ên dewleta dagirker êrişî gundê Buhêra yê navçeya Amûdê kir.
Di encamê de xwendekar Mihemed Elî El-Kelah yê ku xwendekarê Dibistana buhêra bû şehîd bû û xwendekar û mamosteyekî dinê birîndar bûn.
Em wek Rêveberiya Dibistanan êrişên dewleta Tirk şermezar dikin û bang li NY, UNICEF, Rêxistinê mafên mirovan û zarokan dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û rê li ber van êrişan bigirin.”