Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûiriyê, çalakî dewam dikin

Bi nêzîkbûna salvegera 23. a Komploya 15’ê Sibatê, li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûiriyê, çalakî dewam dikin. Îro jî li gelek deveran calakî hatin lidarxistin. Jin, Ciwan, û hemû kesên ji hemû pêkhateyan ku beşdarî van çalakiyan dibin banga bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo li herkesî dikin.

Bi nêzîkbûna salvegera 23. a Komploya Navneteweyî, li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî tên lidarxistin.

Kongra Star li navçeya Dêrikê semînerek der barê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê da.

Semîner bi amadebûna bi dehan endamên Kongra Star û şêniyên Dêrikê li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê hate dayîn.

Di dawiya semînerê de senevizyonek li ser Komploya 15’ê Sibatê hate pêşandan.

Li Hesekê jî, Meclisa Malbatên Şehîdan bi heman armancê senevizyonek derbarê komployê de nîşan da.

Bi dehan endamên meclisê û malbatên şehîdan li meclisê amade bûn û tevlî çalakiyê bûn.

Bi pêşengtiya Jinên Ciwan li navçeya Enaya ya Kobanê meşek hate lidarxistin

Li Kobanê jî, ji bo şermezarkirina Komployê, bi pêşegtiya Jinên Ciwan meşek hate lidarxistin.

Bi sedan ciwan ji navenda navçeya Qenaya ber bi gundê Degirmanê ve meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyanî hate dayîn.

Kongra Star li Şehbayê semînerek derberê komployê de da

Kongreya Star li Şehbayê jî bi heman armancê semînerek da.

Semîner bi amadebûna endamên rêxistinên jinan li navçeya Fafînê hate dayîn.

Piştî wê senevizyonek derbarê komployê û planên li pişt wê hate pêşandan.

Dîwana Meclisa Edaletê ya li Helebê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir

Li Helebê jî, Dîwana Meclisa Edaletê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê û tecrîda li ser Rêber Apo daxuyaniyek da.

Bi amadebûna bi dehan ji endamên dîwanê, daxuyanî li ber avahiya Dîwana Edaletê ya li Taxa Şêxmeqsûd hate xwendin.

Di daxuyanyiê de hate gotin tecrîda li ser Rêber Ocalan li dijî pîvanên navneteweyî û mirovî ne.

Di dawiyê de bang li civaka navnetewî hate kirin ku zextê li deweta Tirk bike da ku li gorî pîvanên navneteweyî tev bigere û Rêber Ocalan serbest were berdan.

Ciwanên Tebqayê daketin kolanan û komplo şermezar kirin

Ciwanên Tebqayê jî ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê daketin kolanan.

Ciwanan di çalakiya xwe de banga azadiya Rêber Ocalan kir.

Li navçeya Hecînê ya Dêra Zorê semînerek hate dayîn

Li navçeya Hecînê ya Dêra Zorê jî bi heman armancê semînerek hate dayîn.

Bi amadebûna bi dehan endamên saziyên navçeyê û şêniyên wê li ser jiyana rêber Ocalan û komploya 15’ê Sibatê semîner hat dayîn.

Piştî semînerê nîqaş derbarê komploê de hat kirin.

Back to top button