Ciwanên Başûrê Kurdistanê banga derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê kirin

Bangên derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê li Başûrê Kurdistanê, didomin. Komeleya Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi daxuyaniyekê banga piştgiriya kampaniya îmzeyan kirin. Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel jî got: “Em hemû PKK’î ne. Kes nikare rastiya însanî ya PKK’ê, bi lîsteya terorê veşêre.”

Xebat û bangên ji bo derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji lîsteya terorê, li Başûrê Kurdistanê, didomin.

Komeleya Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, derbarê kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta terorê, li Parka Azadî ya Silêmaniyê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniya de hat gotin, ji avabûna PKK’ê ve dijminên gelê Kurd dest bi dijbertiyê kir û hemû kesên azadîxwaz ên li derdora PKK’ê kombûn kir hedef.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin bi dîlgirtina Rêber Apo re komploya li dijî gelê Kurd gihişt lûtkeyê û wiha hat domandin: “Bi vê yekê xwestin di kesayeta Rêber Apo de PKK’ê û bi wê re jî gelê Kurd lewaz û tune bikin.

Lê bi xebat û têkoşîna ku hat kirin, piştrast bû ku PKK li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo doza gelê Kurd bêyî cûdahî xebat dike.

Di dawiya daxuyaniyê de bagna piştgiriya kampaniya îmzeyan, hat kirin.

“Em hemû PKK’yî ne, kes nikare rastiya pkk’ê bi lîsteya terorê veşêre”

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel jî li ser bandora bi fikrê PKK’ê got:

“PKK’ê em fêrî berxwedanê, jiyanê û însaniyetê kirin.

Em hemû PKK’î ne û em li her derê ne.

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel di dawiyê de diyar kir ku yên ku terorîzmê diparêzin û bi xwe terorîst in, PKK xistine nava lîsteya terorê û got : “Kes nikare rastiya PKK’ê bi lîsteya terorê veşêre.

Back to top button