Dagirker û çeteyên xwe 6 kes ji Efrînê revandin

Li Efrînê, Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber didomin.
Dagirkeran jê 3 jin , 6 kesên din revandin.

Li gorî Malpera Efrîn Post, çeteyan du welatî ji heman malbatê li gundê Quta yê bi ser navçeya Bilbilê revandin.

Çeteyan bi ser malên her welatiyên bi navê Kemal Cafer yê 47 û Ehmed Cafer yê 48 salî de girt û ew revandin, heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.

Hat ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk ji navenda Efrînê 4 kesên revandine û heta niha navên wan eşkere nebûne.

Çeteyên dewleta Tirk 25 dar li gundê Xalnêrê birîn

Li aliyê din, çete wêrankirina xwezaya Efrînê dewam dikin.

Çeteyan her dawî 25 dar li gundê Xalnêrê birîn.

Back to top button