PARÊZERÊN RÊBER OCALAN JI BO HEVDÎTINÊ ÇÛN ÎMRALIYÊ Û VEGERIYAN

Parêzerên Rêber Ocalan piştî serlêdanên xwe yên ji despêka Gulanê ve, doh hevdîtin bi miwekîlê xwe Ocalan re kirin.

Piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana parêzerên Rêber Ocalan ya 21’ê Gulanê bi erênî bersiv da doh parêzerên Rêber Ocalan berê xwe dan girava Îmraliyê

Parêzer Newroz Ûysal û Rezan Sarica yên ku piştî ku bi qasî saetek û niv hevdîtin pêk anîn vegeriyan û berê xwe dan Stenbolê.

Çavlirêye ku Parêzer di derbarê hevdîtina xwe de agahiyan bi raya giştî re parve bike.

Herî dawî piştî 8 salan parêzerên rêber Ocalan Newroz Ûysal û Rezan Sarica 2 Gulana îsal hevdîtinek pêk anîbûn.

Û ji wê rojê ve parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan dikirin lê bersiv ne dihat dayîn.

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close