Çalakiya pirtûkxaneya gerok li Hesekê dewam dike

Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok a bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê”, di roja xwe ya duyemîn li bajarê Hesekê dewam dike.

Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok di roja duyemîn de li Hesekê berdewam dike. Pirtûxane li bajarokê Sifeya û kampa Serêkaniyê geriya.

Çalakî ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve di çarçoveya pêngava “Werin cenga azadiyê” de hatiye organîzekirin.

Li bajarokê Sifeya pirtûkxaneya gerok bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistan, siloganên ku daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dike, geriya û li pêşiya navenda meclisa bajarokê parêznameyên rêber Abdullah Ocalan belav kirin.

Paşê erebe ber bi kampa Serêkaniyê ve çû û li wir geriya.

Tê payîn ku sibe êvarê çalakiya pirtûxaneya gerok li Hesekê bi dawî bibe.

Back to top button