AKAR: EM JI CEZAYÊN EMERÎKAYÊ RE AMADE NE

Nakokiyên navbera hevkaran zêdetir dibin.
Ji bo dewleta Tirk bi çi awayî pergala parstinê ya Rûsî bi dest bixe, serê xwe ji Amerkayê re datîne.

Wezîrê parastina Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku ji bo wergirtina pergala fûzeyên S-400 ên Rûsî welatê wî xwe ji cezayên Amerîkî re amade dike.

Akar ji rojnamegeran re got:

Tirkiyê wê lihevkirina F-35 pêk bîne û em texmîn dikin wê bername weke berê dewam bike.

Birêvebera ofîsa ragihandinê ya wezareta derve ya Amerîkî Morgan Ortigos jî got:

Eger Tirkiyê ev fûze kirîn, wê rastî encamên pir nebaş were.

Duh jî Amerîkayê ji bo vekişîna ji kirîna S-400 2 hefte weke dîrokeke dawî da Enqereyê.

An jî wê ceza lê were birîn.

Leave a Reply

Back to top button