QSD’ê para xwe ya alîkariya li ser şêniyên taxên zirar dîtine belav kir

QSD’ê beşa sêyemîn a alîkariyan pêşkêşî şêniyên Xiwêran û Zihûr kir.

QSD’ê para xwe ya alîkariyan da şêniyên ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê ziyan dîtine.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê got:

“Hêzên me alîkarî radestî Meclisa Kantona Hesekê kir da ku bi rêya komîn û meclisa taxê rasterast li şêniyan belav bike.”

Her wiha diyar kir ku ev beşa 3’yemîn a alîkariyan e ku şervanên QSD’ê li gorî lîsteyan pêşkêşî şêniyên taxên Xiwêran, Zihûr û Neşwayê dikin.

Back to top button