Konferansa 3’yemîn a Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê bi dawî bû

Konferansa 3’yemîn a Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê bi biryarên girîng û hilbijartina meclisa giştî bi dawî bû.

Konferans bi hilbijartina 19 endamên meclisa giştî ya Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê û biryarên girîng bi dawî bû.

Ji wan biryaran:

– Ji bo civakeke exalqî û demokratîk were avakirin û pêşxistin, pêngavên perwerdeyê yên fikirî, çandî û zanistî werin vekirin.

– Li gorî rêgezên edaleta civakî, pirsgirêk bi awayekî rêxistinkirî, zanistî û pêşketî werin çareserkirin.

– Ji bo pêşxistina rêveçûna xebatê, kadroyên pispor werin amadekirin.

-Rola komîteyên lihevanînê bi rêya perwerdeyê were pêşxistin.

– Kadroyên dadwerî di aliyê fikirî û qanûnî de li gor pisporan werin perwerdekirin.

-Tevahî kadroyên edaletê beşdarî perwerdeyên akademîk bibin.

-Di navbera saziyên edaletê û meclisên Rêveberiya Xweser de xebateke hevpar ji bo çareserkirina pirsgirêkan were meşandin da ku pirsgirêk bi lez werin çareserkirin.

Back to top button