Bêrîvan Xalid: Sala bê ji bo naskirina Rêveberiya Xweser wê xebat bêhtir were kirin

Berî çend rojan Rêvebriya Xweser civîna xwe ya salê pêk anî. Têkildarî navroka wê û biryarên hatîn girtin, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid nirxandin kir. Bêrîvan Xalid dibêje: “Me di sala nû de me gelek plan, hewildan û xebat danîne pêşiya xwe, ji wan jî bidestxistina naskirina Rêvebriya Xweser e.

Rêveberiya Xweser 6 û 7’ê Sibatê, civîna xwe ya sêyemîn a salane lidar xist.

Civîn bi girtina biryarên girîng û eşkekirina plansaziya sala nû bi dawî bû.

Têkildarî civînê û biryarên hatîn girtin, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Bêrîvan Xalid anî ziman wan di civînê de behsa astengiyên ku li pêşiya Rêveberiya Xweser derketîn kir û ev got:

“Rêveberiya Xweser li pêşberî krîzên tenduristî, aborî û leşkerî yên têkildarî gefên Tirkiyê û êrişên şaneyên DAIŞ’ê ve rûbirû ma.

Li hemberî van gef û êrişan, me rêbaz û çareseriyên herî guncaw nîqaş kirin. ”

Hat ragihandin ku di civînê de behsa aliyên çandinî, xizmetguzarî, perwerde, fêrkirin û awayê pêşxistina wan hatiye kirin.

Bêrîvan Xalid têkildarî proje û plansaziya xwe ya sala 2022’an ev agahî dan:

Me plan jî ji bo sala bê dane pêşiya xwe jê jî: Diyaloga Sûrî-Sûrî were dewamkirin.

Naskirina Rêveberiya Xweser were bidestxistin.

Têkiliyên bi welatên cîran re taybet jî bi welatên Ereb re were xurtkirin.

Daxwaza vekirina deriyên mirovî were kirin.

Bêrîvan Xalid: Ji bo projeyên jinan wê ji budceya giştî deh ji sedî were veqetandin

Ji bilî van Bêrîvan Xalid eşkere kir ku di budceya giştî de wê ji sedî deh ji bo projeyên jinê be.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid dawiya nirxandina xwe hêvî kir ku îsal bi awayekî cidî kar were meşandin da hêviyên gel ên bi Rêveberiya Xweser pêk bên.

Bêrîvan Xalid: Me herêmên dagirkirî ji bîr nekirine û di vî alî de wê hewildan hebin

Û behsa herêmên dagirkirî jî kir û got: “Me herêmên xwe yên dagirkirî ji bîr nekirine.

Em hewl didin wan rizgar bikin da şêniyên koçber bi ewlehî û silametî vegerin.”

 

Back to top button