Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir. NPG’ê da zanîn ku berxwedana dastanî ya Rêber Apo û pêşbîniya wî ya zêde, komploya Navneteweyî pûç kiriye.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê bi rasthatina salvegera Komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da.
NPG’ê Komploya Navneteweyî bi hêrs û tundiyeke mezin şermezar kir û ev got: “Bila her kes zanibe ku têkoşîn û berxwedana dastanî ya Rêber Apo û pêşbîniya wî ya zêde, komploya Navnetewî pûç kiriye.
Komploya 15’ê Sibatê ku asta herî bilind a êrîşên qirker a li ser gelê Kurd e, weke ‘Roja Reş’ hatiye binavkirin.
Di bîra gelê me de hatiye kolan, bûye sedema kîn û hêrseke mezin û ti caran ev qebûl nekiriye.”
NPG: Di 23 salên derbasbûyî de Tevgera Apoyî ketiye serdema xwe ya herî xurt
Fermandariya Biryargeha NPG’ê ragihand ku gelê Kurd niha bi rejîmeke faşîst re rûbirû ye û wiha anî ziman:
“Di van 23 salên dawî de, ne tenê komplo hatiye pûçkirin, xeta Apoyî ku di hedefa komplogeran de ye bêhtir zelal û tûj bûye, dilsoziya gelê Kurd a bi Rêber Apo re hatiye asta herî zêde.
Tevgera Apoyî ketiye serdema xwe ya herî xurt.
NPG’ê têkildarî êrişa li ser Garê û têkçûna dewleta Tirk a di van êrişan de jî ev got: “Bi êrişa li ser Garê re, rejîma AKP-MHP xwest di komployê de gaveke nû bavêje .
Artêşa Tirk derbeke dîrokî xwar û serfiraziya Mezin a Garê hat nivîsîn.”
NPG’ê da zanîn her şervan û fermandarek ku bi berxwedanê wê pêngava Dema Azadiyê bibe serî û Komploya Navnetewî parçe bike.
Fermandariya Biryargeha NPG’ê dawiya daxuyaniya xwe got: Em Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, bi bawerî û bi zîrektiya bicihanîna xeta Şerê Şoreşgerî yê Gel, peywir û berpirsyariya dikeve ser me, em ê bi cih bînin.
Li dijî komployê di sala 24’an a têkoşînê de serkeftina mezin ji hemû hevrêyan, dostên têkoşer û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.’