Li Hesekê îro careke din civîna Hevpeymana Civakî dest pê dike

Îro civîna 4`an a Komîteya Berfireh a sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hesekê dest pê kir.

Endamên Komîteya Berfireh a Hevpeymana Civakî li hev civiyan da ku nîqaşên xwe yên li ser reşnivîsa hevpeymana civakî temam bikin.

Hemû endamên Komîteya Berfireh, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, hiqûqnas û saziyên civaka sivîl beşdarî civînê bûn.

Li gorî endamê Komîteya Berfireh Mihemed Ehmed, wê îro 23 bendên mayî werin nîqaşkirin.

Dibe ev civîna 4`an heta 2 rojan dewam bike.

Back to top button