Bablîsoka şerekî nêz li dora Rojhilata Navîn digere.
Pentagon difikire hêzeke mezin bişîne herêmê.
Îran jî her gefan dixwe.
2 berpirsên Amerîkî ji Reutersê re gotin ku Wezareta Parastina Amerîkî (Pentagon) li ser daxwaze artêşê şandina nêzî 5 hezar leşkerî ji bo RN lêkolîn dike.
Li gorî berpirsan, fermandariya navendî ya Amerîkî ev daxwaz pêşkêş kiriye.
GENERALEKÎ ÎRANÎ PAYEBILIND:
EMERÎKA JI BER RIHÊ BERXWEDANIYA ME NIKARE ŞERÊ ME BIKE
Di çarçoveya gefaxwarinê de jî, generalekî Pasdarên Şoreşger ê bi navê Xulam Elî Reşîd ragihand ku Amerîka û piştgirên wê niwêrin êrîşî Îranê bikin.
Reşîd got:
Ji ber rihê berxwedaniya gelê me, Amerîka û hevkarên xwe nikaribin şerekî leşkerî bi me re bikin.