Ûkrayna li dijî tevgera Rûsya-Belarûs di amadebaşiyê de ye

Li sînorê Ûkrayna, hêzên herî mezinyên leşkerî di nava tetbîqatê de ne. Li aliyekê Rûsya-Belarsû, li aliyê din jî Ûkrayna û welatên NATO. Li herêmê rewş aloze. NATO ji bo herêmê plana şandina leşkerên pirnetewî dike. Li aliyê din, DYA careke din Belarûs hişyar kir ku ji hesabên xwe yên şaş vegere.

Ûkrayna ji fikarên li ser tevgera Rûsya, bi hemane hêza xwe di amadebaşiyê de ye.

Tankên Ûkrayna ji bo rewşek şer, di tevgerê de ne.

Tankên ji kargehên zirxî yên leşkerî têne derxistin ji li herêma Ukroboronprom têne ceribandin.

Piştî van amadekariyan, artêşa Ûkrayna dest bi tetbîqata “Bahoza Berfê a 2022” an kir.

Perwerde wê seranserî welat pêk were.

Ev çalakî di çarçoveya bernameya perwerdehiya berfireh a giştî ya Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê de tê plankirin.

Hemwextî vê Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê bi Wezareta Çand û Siyaseta Agahdariyê re ji bo nûnerên çapemeniya biyanî tetbiqatek organîze kir.

Tetbîqata Rûsya-belarûs di roja 2. de ye

Di dema ev yek li nava Ûkrayna rûdidin, Rûsya û Belarûs bi tetbîqata xwe bala cîhanê kişandiye ser xwe.

Tetbîqata li ser xaka Belarûsya despê kirî li gel welatên Rojava bûye cihê fikaran.

Tetbîqata ku 10’ê Sibatê despêkirî wê hata 20’ê mehê dewam bike.

Ji bo tetbîqatê pergalên parastina moşekî yên S-400, balafirên Su-35 û Su-25SM li welêt hatin bicihkirin.

Serfermandarê Giştî yê Rûsyayê Gerasîmov ji bo şopandina tetbîqatê li Belarûsê ye.

NATOhêzê li sînorê Romanya, Bulgaristan û lovakya bicih dike

Di vê navberê de, NATO li hemberî tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li ser sînorê Ûkraynayê, plana xurtkirina leşkeran a li aliyê rojhilat amade kiriye.

Li gorî agahiyên ku ajansa nûçeyan a Alman dpa yê bi dest xistine, di planê de li welatên NATO yên li başûr-rojavayê Ûkraynayê, bi taybet Romanyayê, yekîneyên şer ên pirneteweyî wê bên bicihkirin.

Hat ragihandin ku 30 welatên endamên Hevpeymaniyê di vê hefteyê de plana NATO yê bi awayekî nivîskî erê kirine.

Tê diyarkirin ku plan dikare di mehên biharê de li ser erdê pêk were.

Heta niha nayê zanîn ka kîjan welat wê leşkeran bişînin yekîneyên pirneteweyî.

Lê belê şandina leşkeran ji aliyê DYA û Fransayê ve teqez tê dîtin.

Ji DAY bo Belarûsê hişyarî: Hesabê xwe yên şaş kêm bikin

Serokê Fermanariya Giştî yê DYA Mark Milley bi Sererkanê Giştî yê Belarusê Vîktor Gulevîç ku bi artêşa Rûsyayê ra tetbîqata hevpar li dar xistibû, axivî.

Berdevkê Sererkanên Hevbeş ên Amerîkayê Kolonel Dave Butler di daxuyaniyekê de ragihand ku hevdîtinek bi rêya telefonî pêk hatiye.

Butler bal kişande ser wê yekê ku her du fermandaran li ser mijarên bi fikar ên ewlekariya herêmê gotûbêj kirine.

Back to top button