Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê çalakiya konvedanê ragihand

Bi nêzîkbûna salvegera 23. a Komploya Navnetewî a 15’ê Sibatê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî dewam dikin. Di çalakiyên ku li Qamişlo, Hesekê û Helebê bi pêşengiya jin û ciwanan hatin lidarxistin de soza bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo hate dayîn.

Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî a 15’ê Sibatê dewam dikin.

Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê bi vê armancê çalakiya konvedanê li Qamişloyê destpêdike.

Çalakiya konvedanê bi dirûşma “Werin Cenga Azadiyê, 15`ê Sibatê hilweşe” wê sibe dest pê bike û 3 rojan dewam bike.

Derbarê çalakiyê, desteyê li pêşiya konê çalakiyê daxuyanî da.

Ciwanan bang li hemû gelan kir ku xwedî li rêber Rêber Apo derkevin.

Çalakiya pirtûkxaneya gerok bi komkirina bi hezaran imze bi dawî bû

Li Hesekê jî, îro çalakiya pirtûkxaneya gerok ya bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatibû organîzekirin di roja xwe ya sêyem de bi dawî bû.

Erebeya Pirtûkxaneya gerok li hemû tax û navçeyên bajarê Hesekê geriya û pirtûk û pareznameyên Rêber Ocalan hatin pêşandan.

Di çalakiyê de bi hezaran imze ji bo azadiya Rêber Ocalan hatin komkirin.

Piştî Hesekê, pirtûkxaneya gerok berê xwe dide bajarê Qamişlo.

Li êxmeqsûd a helebê konê çalakiyê hate vedan

Li Taxa Şêxmqsûd ya Helebê jî ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê, bi pêşengtiya Kongreya Star, Patiya Yekîtiya Demokratîk û Tevgera Ciwanên Sûrî konê çalakiyê hate vedan.

Di konê çalakiyê de endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Bedran Hemo, endama Kongreya Star Varjîn Hememed, endama Insyatîfa Sûrî ya Azadiya Ocalan Emine Xedro û endama Komîna Şehîd Gulê Selmo Wefa Ibrahîm axivîn û banga azadiya Rêber Apo kirin.

Piştî axaftinan senevizyonek derbarê Komploya 15’ê Sibatê hate pêşandan.

Konê çalakiyê dê sê rojan dewam bike.

Back to top button