NY: Di meha Çile de li Yemenê 234 sivîl hatine kuştin

Bi despêka salê re şerê li Yemenê dijwar bûye. Bîlançoya vê ya herî giran jî sivîl didin. NY ragihand ku tenê di meha despêka salê de, li Yemenê 234 sivîl hatine kuştin.

Di nava meha Çileyê de, li Yemenê şer dijwartir bû.

Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê mirina sivîlên di hema Çile de li Yemenê hatine kuştin rapora ku amadekirî weşand.

Di raporê de hat destnîşankirin ku di Çileyê de li Yemenê 234 sivîl hatin kuştin .

Di nava 3 salên dawî de em daneya herî zêde ya hatî tomarkirine.

Di raporê de teqezî li ser wê yekê hat kirin ku dewamiya şerê li Yemenê bû sedema ziyanên giran di nav sivîlan de pêk were.

Li gorî raporê di sala 2021 de, 769 sivîl hatine kuştin.

Ev yek jî tê wateya ku rojane li welat 7 kes hatine kuştin.

Her wiha 1,739 jî birîndar bûne.

Li Yemenê ku ev demeke dirêj e bêîstiqrariya siyasî lê serdest e, di navbera Hûsiyan û hêzên girêdayî hikûmetê de şer rûdide.

Ji sala 2014’an ve li Yemenê di navbera hêzên hukûmetê û çekdarên Hûsî de şerê navxweyî dewam dike.

Ji ber şer bi sed hezaran kes hatin kuştin û rê li ber karesateke mezin a mirovî hate vekirin.

Back to top button