Lîbiya..Meclisa Nûneran Fethî Başaxa weke serokwezîrê demkî erkdar kir

Şerê navxweyî, Destwerdana hêzên derve, Û rewşa siyasî ya perçebûyî.Bi salane Lîbya ji van pirsgirêkan rizgar nabe. Doh Fethî Baxaşa ji aliyê Meclisa Nûnweran weke serokwezîr hate hilbijartin. Serokwezîrê berê Dibeybe jî ragihand ku ew ê vê yekê qebûl neke û heta hilbijartinê erka xwe dewam bike.

Piştî şerê navxweyî yê bi salan, hêvî dihate kirin ku 24’ê Kanûna sala 2021’an aloziya li Lîbyayê bidawî bibe.

Lê ne hilbijartin pêk hatin û ne jî pirsgirêk çareser bûn.

Berovajî rewşa heyî ya niha nîşan dide ku welat wê bi aloziyên mezin re rû bi rû bimîne.

Tişta doh li Rojhilatê Lîbyayê rû dayî îşareta vê yekê ye.

Meclisa Nûneran bi serokatiya Aqîle Salih doh bi yek dengî, Fethî Baxaşa weke serokwezîrê demkî hilbijart.

Bi vî awayî dewamkirina rewşa parçebûyî ya di navbera hukûmetên Terablûs û Tobrukê careke din xwe da der.

Têkildarî mijarê, Meclisê sedema vê biryarê wiha parve kir:

Hukûmetê nekarî 24’ê Kanûna 2021’an hilbijartinan pêk bîne. Ji ber vê yekê erka wê ya demkî bidawî bû.

Artêşa Netewî: Em erkdarkirina Başaxa bi kêfxweşî pêşwazî dikin

Piştî biryara Meclisa Nûneran a Rojhilatê welat, daxuyaniya pêşî ji aliyê Artêşa Netewî ya Lîbyayê ve hate dayîn.

Berdevkê artêşê Ehmed El Mismarî anî ziman ku ew erkdarkirina Fethî Baxaşa bi kêfxweşî pêşwazî dikin û got:

Hukûmeta nû wê welatê me ber bi rewşeke aram û baş ve bibe.

Dîsa yek welatek û 2 serokwezîr

Serokwezîrê demkî yê heyî Abdulhemîd Dibeybe jî li dijî biryara Meclisa Nûneran derket û got;

Heta hukûmeteke fermî bi rêya hilbijartinan were avakirin, ez ê erka xwe dewam bikim.

Li Lîbyayê piştî hilweşandina desthilata Muammer Qedafê, wela bû 2 perçe.

Rêveberiya Terablûsê ku weke fermî hate qebûlkirin.

Û ya din jî Meclisa Nûneran a li Rojhilatê welat.

Di navbera salên 2018 û 2021’an Fethî Baxaşa wezîrê karê hundir ê hukûmeta Terablûsê bû.

Hêzên di bin fermandariya Xelîfe Hafter de jî li dijî hukûmeta ku Baxaşa endamekî wê bû, 14 mehan şer kir.

Fethî Baxaşa Sibata sala 2021’an bibû namzetê hukûmeta demkî, lê bi ferqeke kêm, Abdulhemîd Dibeybe da pêşiya wî.

Back to top button