Washington Post: 2021’an li DYA polîsan 1,055 kes kuştin e

Li DYA salane bi sedan kes ji aliyê polîsan ve tên kutşin. Rojnameya Waşîngton Post ragihand ku di nava sala 2021″an de 1055 kes ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin. Ev dane ji sala 2015’an heta niha ya herî bilinde.

Di agahiya îstatîstîkî ya rojnameyê da hat parvekirin ku par polêsê Amerîkayê di mudaxaleyê dê herî kêm 1,055 kes kuştine.

Ev jimar di sala 2020’an de 1,021 û 2019’an jî 999 bû.

Di raporê de hate destnîşankirin ku ji 2015’an ve polîsên Amerîkayê herî zêde di sala 2021’an de serî li tundiya kujer dane û di 7 salên dawî de jimara Amerîkîyên ku bi guleyên çekên hêzên ewlehiyê hatine kuştin zêde bûye.

Daneyên rojnameya Washington Post eşkere kir ku ji sedî 94’ê kesên ku di sala 2021’an de bi guleyên polîsan hatine kuştin mêr bûne û ji sedî 85 jî di dema bûyerê de çekdar bûn.

Hat diyarkirin ku polîsên Amerîkayê di 7 salên dawî de zarokekî ji 10 salî biçûktir bi 3 guleyan kuştine.

Ji 1,055 kesên ku 2021’an bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dane ji sedî 1 zarok in.

Piştî ku di 2020’an polîsê Minnesota bû sedema mirina George Floyd ê Afro Amerîkî bertekên li dijî qanûnê zêde bûn.

Zêdetirî 400 qanûn li eyaletên cûrbecûr hatin pêşkêş kirin da ku polîs perwerde bikin û reftara wan sînordar bikin.

Back to top button