Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir

Wargeha Mexmûrê, Ev demeke dirêje di nava dorpêça giran a PDK’ê û êrişên balafirên artêşa Tirk de ye. Herî dawî 1’ê Sibatê xelkê wargehê careke din bû armanca êrişa Tirkiyê. Şandeyeke HDP’ê ku bi armanca piştgiriyê çû serdana kampê ev peyam da: Berxwedana xelkê Mexmûrê hêzê dide me.

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan-HDP piştî sedana Şengalê, berê xwe da Wargeha Penaberan a Mexmûrê.

Şandeya ji parlementeran Feleknas Uca, Hudya Kaya, Murat Çepnî û Hesen Ozguneş pêk dihat, ji aliyê xelkê wargehê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Dema serdanê parlementerên HDP’ê cihê ku bi armanca êrişa balafirên dewleta Tirk lêkolîn kirin.

Piştî vê endamên şandeyê, li Saziya Malbatên Şehîdan, civîna gel pêk anîn.

Parlementerê Şirnexê Hesen Ozguneş anî ziman ku ew ê weke HDP’ê ti carî xelkê Mexmûrê bi tenê nehêlin û got:

Dibe ku em li Bakurê Kurdistanê bin û ji we dûr bin, lê em bi we re dijîn û hun hertim di dilê me de ne.

Dewleta Tirk bi van êrîşan carek din eşkere kir ku ew dûrî exlaq û pîvanan e.

Parlementerê Murad Çepnî jî wiha axivî:

Dîtina xelkê Mexmûrê şanazî û rûmet e. Berxwedana we hêz dide me.

Parlementera HDP’ê ya Stenbol’ê Huda Kaya jî êrîşên li ser Mexmûrê şermezar kir û got:

Êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê, yên li hemberî HDP’ê ne cûda ne. Heman zihniyet dixwaze me tune bike. Tişta niha dikeve ser milê me ew e ku em rastiya hukûmeta AKP’ê eşkere bikin.

Parlementer Feleknas Uca jî anî ziman ku armanca serdana wan keşifkirina derewên dewleta Tirk e û wiha axivî:

Me bi çavê xwe dît û em ê rojên pêş, rastiyê bi raya giştî re parve bikin. Divê em hemû ji bo şermezarkirina êrîşên li ser gelê Kurd dakevin qadan.

Li ser navê xelkê kampê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak jî ji ber xwedîderketin wan, malavahiya parlementerên HDP’ê kir û ev peyam da:

Ti êriş wê îradeya ji pola a xelkê Kampa Mexmûrê neşkîne.

Back to top button